DIYALOG ★ Si u Se Gule Курдская Музыка ★ (исполнитель: CIWAN HACO)
[bad word] [bad word] KurdYek Bi sûnd bi peyman ezê nehêlim kuç liser kuç kit jê nahêlim ezê bajar bikim Dojeha liser riwê erdê da "gawir" vegerine ser riya "Ala"yê mezin bere êdi Şirnex bêje xwezi bi Dêrsimê geliyê Zilan xwezi bi Helepçe De lêxin "gurên boz" lêxin kit ji wan nehêlin Bera zanibin Cihê şûrê me lê bilind dibe ti seri xwe ranakin dibê dixindirine newala lêxin "Aslanlar" lêxin mizginiya "mirinê" bighênine Qulpe û xwişmakên wê Bêjin vaye hat "mirina zer" bere ev çîya û zinar nasbikin ez kime ezim "Sayar"im neviyê "Xanê" mazin yê "Ata" û yê "lsmet İnönü" pesnê xwe nede xezeba te ji tirsa nava teye Alem pesnê xwe bi mirovaniyê dilovaniyê zanyariyê dide, tu bi şûr min gelek ditin bahozên "zer" li wî erdi gelek niv-mirorê di çav xwede "fêris" di nava xwede "newêrek" û "bêbext" derbas bûne gelek hatine bablisokên "zer" te basa "'xanê" mezin 'Ata" û "lsmet" kir ew hatin û çûn lê ez Livirim ez Livirim liber diwarê birca Amed ez livirim mina Surhê me li ser sînga te mîna direhê me di gewriya tede di çavên tede bablîsoka ji agirim mîna surhê me liser singa te birçî tazî bider serê xwe natewênim [bad word] welat dixwinim kolonan dadigrim bi rê ketiye 'meşa azadiyê" zindan min kiriye mala rûmetê dibistana şorêşê bûme diwarê qalind liser singa te livirim nobedarê dara gwizê me tiwa li hewşê nobedarê tenura dayka şêrînim ez livirim hevirtirşim di legena hevirê welat de ez dipêjim nanê "Kurdayetiyê" e saben min ji cemeda kurra "Agrî" di dilê mide dojeha sor dema ez tî dibim latê diguvêşim ax hanê mine eger birçibim lê disa livirim bavernakim her livirim sûrha giranim liser singa te ez bazim û helina mine "Bagok" û "Herekol" ez pêşmerge me 'Egidim" diwarê qalindim liser bedena te Bipirse ji 'Îskenderê Mezin" ewê bêje te çend dijware tîra min ewê bêje te çiroka min ev çiya carekê rabune go hew bitewin Sûrhim li ser singa te livirim û bang dikim biraye xwe li pişta xetê li başur li barêş were ba min ka destê xwe? pişta teme "Sûrha Çin" bawer meke gotinê "marê zer" "rih dibê bost, lê dijmin nabê dost" Paşayâ "Kor" mîrê Rewandiz mina Bedirxanê Botan na gotin , bakur û başhur dane ber xwe ji Dersim. heta bi Mûsil, Kerkuk